Proje
Çavkaniyên Nivîskî yên Seretayî yên Dîroka Kurdan — projeya bîbliyografyaya analîtîk û şirovekirî.
Kurd, ku yek ji miletên xwecihî (otokton) ên Îran û Mezopotamyayê ne, îro bi piranî li erdnîgariya dîrokî ya Kurdistanê dijîn, ku hin herêmên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dihewîne. Nifûseke kurd a ne hindik jî li Qefqasyayê, li Asyaya Biçûk, li Ewropa û Amerîkayê û li erdnîgariyên cuda yên cîhanê jiyana xwe didomîne. Tê texmînkirin ku hejmara kurdan îro nêzîkî pêncî milyonî ye; her çend di encama rêkeftinên navneteweyî yên ku di dawiya sedsala 19an û destpêka sedsala 20an de teşe girtin de nekaribûn bi navê xwe avahiyeke siyasî ava bikin jî, ji serdemên kevnar heta îro gelek xanedan û dewletên bi mezinahî û temenên cuda damezrandine. Ji ber erdnîgariya ku lê dijîn, kurdan bi pejirandina baweriyên cuda ji aliyê dîn û mezheban ve cihêrengiyek hembêz kiriye û di warê edebiyateke devkî û nivîskî ya ku li ser guhertoyên cuda yên zimanê kurdî ava bûye de xwedî dewlemendiyeke mezin bûne. Dewletên netewe yên ku li ser erdnîgariya kurdan serwerî ava kirin, ji aliyekî ve bi şopandina siyaseteke çandî ya asîmîlasyonîst û yekker, folklor, muzîk, mîmarî û berhem û keda edebî, felsefî û çandî ya kurdan wek çanda xwe ya neteweyî tomar kirin. Ji aliyê din ve, ji ber ku kurd ji statûyeke siyasî bêpar hatin hiştin, ligel tundiya fizîkî û çandî ya ku di astên cuda de pêk hat, rastî tundiyeke gotarî jî hatin ku armanca wê xerakirina têgihiştina wan a li ser xwe bû.
Kurdên ku bi rêkeftina siyasî ya navneteweyî bêdewlet hatin hiştin, li ser bingeha têgihiştineke wiha, bi tezên dîrokî yên dewletên netewe dixwestin “bêdîrok” jî bên kirin; lê belê ev hewldanên înkara siyasî û dîrokî bi xebatên lêkolînerên kurd û navneteweyî bi ser neketin. Li ser vê yekê, “zanyarên” dewletên serdest, li şûna red û înkarê, stratejiyeke gotarî pêş xistin ku tê de avakirinên dîrokî û çandî yên kurdan bi zimanekî pejoratîf dihatin temsîlkirin. Di vê temsîla kolonyalîst de — ya ku neçar ma xwe nû bike gava yê tê temsîlkirin dest pê kir bi navê xwe bipeyive — dîroka kurdan her çend nehat tunehesibandin jî, di nav ferhengokeke “nebûyîbûn”, “kêmasî” û “hovîtî û xerabiyeke” bêkemal de ji nû ve hat avakirin.
Ji ber van sedeman, heta demeke nêzîk, “dîroka kurdan” a ku bi tunehesibandina çavkaniyên sereke di nav dîkotomiya “înkar” û “îspatê” de hatibû asêkirin, hîn nekaribû bi awayekî tevahîgir, bi perspektîf û rêbazeke akademîk, bi rengekî kronolojîk û kategorîk bê nirxandin. Di vê çarçoveyê de, bersiva xebatên dewletên netewe yên serdest ên ku li ser red, înkar, paşguhkirin û tehrîfkirina hebûn û dîroka kurdan ava bûne, bi xebatên ku hin lêkolînerên kurd bi piranî bi rewşeke derûnî ya parastinê nivîsîne hat dayîn. Ligel van, divê bê pejirandin ku ji destpêka salên 1990î û vir ve, bi girêdayî navneteweyîbûna meseleya kurd a li erdnîgariyên cuda, ligel Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê li Ewropa û Amerîkayê jî hejmareke ne hindik a xebatên ku bi perspektîf û rêbazeke zanistî li ser dîroka kurdan hatine nivîsandin pêk hatine û zanîneke rexnegirtir hatiye hilberandin. Lê ji ber ku ev xebat li ser serdemeke diyar, herêmeke erdnîgarî, dewletekê an xanedanekê hûr dibin, ji îfadekirina dîrokeke kurdan a tevahîgir dûr in. Vê rewşê nivîsandina bîbliyografyayeke tevahîgir a dîroka kurdan wek pêdiviyekê derxist holê.
Em bawer dikin ku şertê yekem û herî girîng ê vejandina rêwîtiya kurdan a di dîrokê de ji serdemên kevnar heta îro, bi perspektîf û rêbazeke ilmî û akademîk, ew e ku çavkaniyên sereke yên derbarê kurdan de bên tespîtkirin û bidin ber destê lêkolîneran. Xebateke wiha neçar e ku hem belge û tomarên ku kurdan derbarê dîroka xwe de afirandine, hem jî arşîv û belgeyên ku yekîneyên siyasî yên cuda yên ku kurd xistine bin serweriya xwe hilberandine, li ber çavan bigire. Arşîvên navborî yên dewletên serdest ji ber xwezaya xwe li gorî pêdiviyên wan dewletan hatine nivîsandin û perspektîfên wan bi xwe nîşan didin. Wekî din, ew jî rastiyeke bingehîn e ku arşîvên dewletên serdest derbarê kurd û Kurdistanê de di hin serdeman û mijaran de gelek “pirpeyv” in, lê di hin serdem û mijarên din de “bêdeng” dimînin. Ji vê rastiyê bi rê ve, pêwîstiya nirxandina arşîvên dewletên serdest bi perspektîfeke berawirdî û girêdayî derket holê.
Çavkaniyên sereke yên derbarê kurd û Kurdistanê de, di pêvajoya dîrokê de li welatên cuda, ji aliyê dewletên cuda ve, bi alfabeyên cuda û bi zimanên cuda hatine afirandin. Ji vê rastiyê bi rê ve, tespîtkirina çavkaniyên sereke yên derbarê kurd û Kurdistanê de wek armanceke pêşîn derdikeve holê. Çavkaniyên ku ji serdemên kevnar heta îro derbarê kurd û erdnîgariya Kurdistanê de agahiyan didin û bi alfabeyên ji hev cuda hatine nivîsandin — bi Grekî, Latînî, Pehlewî, Erebî, Farisî, Kurdî, Tirkî, Ermenî, Suryanî, Îngilîzî, Almanî, Fransî, Îtalî, Rûsî û bi zimanên din ên cuda — ji aliyê dîroknasên ku alfabe û zimanên çavkaniyan dizanin û di warê xwe de pispor in ve tên tespîtkirin û tehlîlkirin û dikevin nav projeyê. Ev xebata ku bi tevkariya nêzîkî çil lêkolînerên ku li welatên cuda xebatên xwe didomînin tê afirandin, di heman demê de lîsteyeke arşîv û pirtûkxaneyên ku li erdnîgariyên cuda yên cîhanê çavkaniyên sereke dihewînin jî dixe xizmeta lêkolîneran.
Ji van sedem û fikaran bi rê ve, ev projeya ku bi tevahî ji aliyê lêkolînerên dilxwaz ve tê amadekirin, armanc dike ku hemû cure çavkaniyên nivîskî — hemû pirtûk, kronîk/veqayîname, seyahetname, rîsale, protokol/zabt, îstatîstîk, salname, defter, rojname, kovar, rapor, belge û hwd. — yên ku ji sedsala 6an a berî zayînê heta sala 1980î derbarê kurd û Kurdistanê de agahiyan didin, bên tespîtkirin û berhevkirin. Yek ji armancan jî ew e ku bi daneyên ku di dawiya projeyê de bi dest dikevin, rêzepirtûka bi navê Çavkaniyên Sereke yên Nivîskî yên Dîroka Kurdan: Bîbliyografyaya Analîtîk û Şirovekirî bê weşandin. Tê hêvîkirin ku proje, piştî tespîtkirin û berhevkirina arşîv, pirtûkxane û çavkaniyên yekem ên derbarê kurd û Kurdistanê de, nivîsandina dîrokeke kurdan a tevahîgir hîn hêsantir bike.